Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hewilên Misogerkirina Agirbesta li Sûrîyê Didomin


Nîşane hene ku agirbesta bi navbeynkarîya Neteweyên Yekbûyî dest bi pûçbûnê ve diçe, tevî ku hewilên parastina wê agirbestê berdewam dikin.

Du grubên bizavkar û gundîyên Tirk ragihand ku pevçûnên nû li navbera leşkerên Sûrî û hêzên serhilda li nêzîkî tixubê Tirkîyê qewimîn.

Rêxistina Çavderîya Sûrî jibo Mafên Mirovan ya bingeh li Londonê dibêje, hikûmetê, berî ku pevçûn destpê bike, tankên xwe şandin gundê Khirbel El Joz ya bakurê rojava.

Di bûyereke cihê de, Komîteyên Kordînasyona Xwecihî ragihand ku liva tankan hate dîtin û dengê çekên giran hatine bihîstin.

Sîpan Hasan ê ji Navenda Sûrî ya jibo Piştgirîya Demokrasîyê (Syrian Center for Democracy Support) ku bingeha wê li Hollandayê ye, dibêje, şerê derketî bi zanabûn hatiye derxistin.

Ev şer li demekê tê ku hêzên opozîsyonê banga xwenîşandan dikin ku nîyeta hikûmeta Sûrî bicerîbinin ku şertên agirbestê bîcîh tîne yan ne.

Birêz Hasan her wiha got, tê çaverê kirin ku nêzîkî 1 mîlyon kes wekî pişkek ji wan xwenîşandanan derkevin kolanan.

XS
SM
MD
LG