Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Qûrbaniyên Peqînên li Dij Ofîsên HDK Giha 7 Kuştî û 4 Birîndaran


Nivêja Ser Qûrbaniyên Peqînên li dij Ofîsên HDK li Koy Sincaq -Hewlêr 21.12.2016.

Encamên dawiyê yên peqînên li dij ofîsên deftera siyasî ya Hizba Demokarata Kurdistan (HDK) hejmara qurbaniyan giha 7 mirî û 4 birîndaran, ji kuştiyan 5 pêşmergên HDK û 2 kes ji hêzên asayîşa bajarê Koyê ne.

Roja Çarşemê li nexoşxana rizgarî ya bajarê Hewlêr yek ji birîndaran giyanê xwe ji dest da.

Şahidhalên bûyerê dibêjin peqînên şeva Sêşemê li bajarê Koy Sincaq li nêzîk Hewlêr pêkhatîn, ev êrîş bi riya motorsiklên bombekirî pêkhatine ku, li hember bingehên HDK pêkhat bûn, destpêkê yek ji wan motorsiklan teqiyaye, bûye sedema birîndarbûna çend pêşmergan, piştî gelek kes li hewara peqîna yekê hatine, motorsikla duyan teqîye û di encam de ev hejmara qurbaniyan derketiye.

Partî, hikumet û hêzên Kurdî peqînên li dij baregehên HDK şermezar kirin, herweha Yekêtî Niştîmanî Kurdistan debarê peqînê de daxyûnaiyek weşand û kopiyek ji pişka Kurdî ya Dengê Amerîka re şand, di daxûyaniya YNK de tê gotin ku xembarîn jiber vê êrîşa terorîstî û daxwazê ji endamên HDKê dikîn ku li gel hêzên asayîşa navxweyî di hevkar bin da ku êrîşkar bihên dîtin û encamên lêkolînan bi rastiya raya giştî re bihên parvekirin.

Heta amadekirina vê raportê tu aliyan berpirsyariya van êrîşan negirt ser xwe.

XS
SM
MD
LG