Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Beyar Fayeq: Rêya Navbera Hewlêr û Dohukê Nehatiye Vekirin


Li hewlêrê Civîn li dor wê yekê birêveçûn ko çawa wê hêsankarîyan jibo welatî û turîzman were kirin yên ku dixwazin herin bajarê hewlêrê, herweha ji hewlêrêjî jibo parêzgehên din yên herêma kurdistanê û îraqê, komîteya bilind ya berbirobûna vîrosa korona li hewlêrê civîna xwe pêkanî, her yek ji wezîrê navxwe û tendirustî ya herêma kurdistanê û parêzgarên hewlêr û silêmanî û dohuk û helebce û îdare yên serbixwe yên herêmê û hejmareke berpirsîyarên din beşdarî civînê bun. pirsa vekirna firokexaneya û hatinuçona torîzman û vekirna derazînkên sînurî bi tirk û îranê re giftugo liser hate kirin herweha behsa hêsankarî yên zêde jibo welatîyan hatine kirin yên ko ji parêzgehekê dixwazin herin parêzgeheke din, di wê civînêde sebaret vekirina rêya parêzgehan deshelat bi îdareyên parêzgehan hatin dan ko lidur rewşa parêzgehên xwe biryarê biden

Beyar fayeq birêveberê têkilî û ragehandina parêzgeha hewlêrê gut dengê emerîka " biryara wezareta navxwe wehaye ko rêya hatinuçûna parêzgeha hewlêrê jibo silêmanyê wê birêka furma elîktironî bibe.

fayeq herweha dibêje" parêzgarên parêzgehên herêma kurdistanê hatine serpişik kirin ko hêsankarî yên zêde jibo welatîyan biken, lê jibo parêzgeha dohukê biryara wezareta navxwe wehaya ko rêkarên taybet hebin, parêzgarê dohukêjî gut aw rêya hatinuçun jibo parêzgeha xwe venaken, lidur vekirina rêyên serekî jibo parêzgeha hewlêrê, birêveberê ragehandin û têkilî yên parêzgeha hewlêrê herweha dibêje piştî ko civîna operasîyona parêzgeha hewlêrê tê krin wê biryarê biden.

XS
SM
MD
LG