Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Hêzên Hevbeş yên Amerîkî Mark Milley Ket Karantînê


Mark Milley

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokê Hêzên Hevbeş yên Amerîkî Mark Milley ketiye karantînê.

Wezareta Berevanî ya Amerîka dîyar kir ku Cîgirê Fermandarê Ewlekarîya Berevan Charles Ray berî testa wî ya vîrusa korona pozîtîf derkeve beşdarî civîneke payabilind bûye û beşdarên wê civînê, ku Mark Milley jî di nav de bûye, biryar dane ku di karantînê kevin.

Berdevikê Pentagonê Jonathan Hoffman dîyar kir ku temamê kesên di civînê de bi Ray re danûstandin kirine, testa vîrusa korona kirine, lê li ser ti kesî semptom nehatine dîtin.

Li gor daxuyanîya Pentagonê, xênji Ray testa ti kesî pozîtîf derneketiye û bo hazirîya operasyonî ya Hêzên Çekdar yên Amerîka ti rewişeke neyênî çênebûye.

Karbidestên Ewlekarîya Berevan dîyar dikin ku Ray di dawîya hefteyê de semptomên nexweşîyê raber kirine û testa wî roja Duşemê pozîtît derketiye.

XS
SM
MD
LG