Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Hikûmeta Sûrîyê Bajarên Serhildêr Wêran Dikin


Şahid û gova dibêjin hêzên ser bi Serok Beşar Esed ve roja Dûşemê bajarê Humsê dan ber agirên top û û mûşekan.

Navbirê navnetewî Kofi Annan her li roja Dûşemê xembarîya xwe derbarê êrîşa li ser Humsê û ya bajarê Hifê li Lazigîyê anî ziman. Peyvdarekî birêz Annan got, nîşan hene ku gelek kes di van herdu bajaran de asê mane.

Hêzên hikûmeta Sûrîyê herwiha êrîş birin ser hin perçeyên bajarê Deir el-Zor û derdora wê. Şerekî giran hate ragihandin, bi kêmanî li çar bajarokan.

Peyvdarekî serhildayên Artêşa Sûrîyê ya Azad dibêje ku grûbeke leşkerên hikûmetê li bingeha Gentû ya mûşekan li nêzîkî Humsê vegetîyan û çek û rext bi xwe re birin. Vîdyoyeke amatûr diyar kir çawa dûman ji bingehê derdiket.

Televizyona hikûmeta Sûrîyê ragihand ku hêzên ewlekarîya hikûmetê otomobîlek bi 700 kîlogram teqîn barkirî li devera Şibaa nêzîkî Şama paytext, vedîtin. Televizyonê herwiha derxist çawa çavdêrên NY bagaca otomobîlê lêkolîn dikirin.

Hemdem, serokê nû-hilbijartî yê Encûmena Niştimanî ya Sûrî, Ebdulbasit Seyda bang li karbidestên hikûmetê kir ku veqetin. Wî herwiha gote gencên Sûrîyê ku têkoşîna xwe ya dijî rejîmê li hemû beran berdewam bikin.

Seyda dibêje kesên genc dizanin ku baştirîn bersiv li komkujîyên vê dawîyê ew e ku çalakîyên xwe yên şoreşgerî li seranserî Sûrîyê û xwepêşandinên dijî rejîmê li derve dom bikin.

Televizyona hikûmeta Sûrîyê ragihand ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov plan dike
Çarşemê serdana Îranê bike. Pispor dibêjin Rûsya hewl dide konferansekî navnetewî ser Sûrîyê lidar bixe, ku her pênc endamên herdem yên Civata Ewlekarîya NY, Îran, Tirkîye, Erebistana Saudî û Qeter têde cî bigirin.

Pisporê Rojhilata Navîn li Enstituya Hoover Fouad Ajami dibêje ew şaştîyeke mezin be eger rêberên Rojava bawer dikin Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dê piştgirîya xwe bo hikûmeta Sûrîyê rawestîne.

Rûsya wek ew impratorîya ku sînorên xwe winda kirye û kêfxweş dibe dema her kes balê dide wê. Îcar emê balê bidin Rûsan, û ew jî dê heman encaman bidest bixin. Putin di bin ti hel û mercan karta xwe ji dest nade, ew karta ku cihê wî li ser maseyê misoger dike.

Rûsya û Îran hevalbendên sereke ne yên Serokê Sûrîyê Beşar Esed. Rûsya û Çînê jî du bernivîsên Civata Ewlekarîyê veto kirine ku egera gefeya sizayan dijî Sûrîyê pêk anîn.

jibo guhdarîkirina vê raporê, kerema xwe lînka dengî li destê rastê klîk bikin.

XS
SM
MD
LG