Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Hikûmeta Yemenê 9 Sîvîl Kuştin


Hêzên Hikûmeta Yemenê 9 Sîvîl Kuştin

Hêzên hikûmeta Yemenê li Taiz herî kêm 9 sîvîl kuştin.

Karbidestên saxlemî û dîdevan dibêjin, kesên sîvîl waxtekî zûtir ya roja Înîyê hatine kuştin, piştî ku hêzên hikûmetê berdewam bajarê Taiz topbaran kir.

Taiz yek jî bajarên herî mezin ya Yemenê ye û xwepêşanderên wê derê daxwaza karvekêşana Serok Alî Abdullah Salihî dikin.

Raportên medyayî dibêjin, hêzên piştgirî hikûmetê li Meydana Azadî jî teqe li xwenîşanderên kir ku qada xwepêşandanên berdewam ya dijî Salihî ye.

Ajansa Reuters dibêje, navbêra hêzên Salihî û piştevanên rêberên eşîrên hevrik de jî pevçûnên kujêr derketine.

Bizavkar dibêjin, di encama êrîşa hikûmetê ya Pêncşemê de 1 kes li bajarê Taiz hate kuştin.

XS
SM
MD
LG