Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Hikûmetê 7 Xwenîşanderan li Sûrîyê Kuştin


Hêzên Hikûmetê 7 Xwenîşanderan li Sûrîyê Kuştin
Hêzên Hikûmetê 7 Xwenîşanderan li Sûrîyê Kuştin

Li Sûrîye bizavkar dibêjin hêzên parastinê teqe li xwepêşanderên dijî hikûmetê kir û bi kêmî 7 kes kûştin.

Kûştina xwepêşanderan îro Heynî bû li demê ku bi hizaran xwerpêşander gûrbûyîn nav cadên bajarên seranserî welatî û jibo nûkirina daxwaza dest ji karkêşana Serok Beşar Esed.

Her li vî demî, Cêgirê Wezîrê Derve yê Sûrî Faisal Mekdad gazinda û nerehetîyên welatê xistin stoyê tîroristan. Di peyvekê de li Civata Mafên Mirovan ya N.Y îro Heynî, birêz Mekdad got, tawanbaran pitir ji 1,100 kesan li welatî kuştine.

Ew rêkxistîya cîhanî ya li Geneva kom dibit, pêdaçûnê dike biser bersiva hikûmeta Sûrî ji xwepêşandanên rîforimxwaz re. Ev kombûn tê kirin rojekê piştî N.Y gotî jimara kuştîyan ji encamê tepeserkirina cûdabîrên Sûrî li 7 mehên borî gihaye 2,900 kuştîyan.

Di pêşveçûneka dî de Serokê Rûsî Dmitry Medvedev îro heynî got, divêt Serok Beşar Esed dev ji desthelatê berdet eger nikare gûhertina bike.

Li roja Sêşem, Rûsîye û Çînê mafê VÎTO bikar îna bo rêgirtinê li bernivîsa biryarek N.Y Sûrîye şermezar dikir jiber bikarînana zorê li dijî xwepêşanderên bi aştî, û her wesa jibo danana toleyên pitir liser rijêma Sûrî.

Li bere li roja Dûşem, desteyeka nûnerên Sûrî, rêberên rikaber jî dinav wan dene serefdana Mosko bikin.

XS
SM
MD
LG