Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îsraîlî Ketin Nav Keştîyên Ku Diçinê Gazayê


Hêzên Îsraîlî Ketin Nav Keştîyên Ku Diçinê Gazayê

Hêzên Îsraîlî li nav avên navnetewî ketin nav 2 keştîyên piştgirên Fîlîstînî ku hewil didan abluqaya Îsraîlê ya li ser Gazayê bişkînin.

Berdevkekî Wezareta Berevanîya Îsraîlî di daxuyanîyeke de got, hêzên wan li ser fermana hikûmeta navendî ketine nav keştîyan, piştî ku bizavan wan ya rawestandina gemîyan serkeftî nebûn.

Heta niha raportên kuştî û birîndar nehatine ragihandin.

Li nav 2 keştîyên keştîyên piştgirên Fîlîstînî 27 bizavkarên ku ji welatên wek Amerîka, Kanada û Îrlanda’yê hatine cîh digirin. Her du keştî roja Çarşemê ji Tirkîyê rê ketibûn ku hewil bidin ku dorpêça Îsraîlê ya li ser Gazayê bişkînin.

Bizavkar dibêjin, armanca wan ev e ku alîkarîya saxlemî rastexwe bigehînin Fîlîstîyên li Gaza’yê.

Îsraîlê li sala 2007’an qedexe kirîbû ku keştîyên bîyanî herine Gazayê, da ku çek û sîlak negehejin mîlîtanên Hamasê ku deverê kontrol dike.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkî Victoria Nuland, roja Pêncşemê hişyarî da hemwelatîyên Amerîkî ku pişikdarî li wê bizavê nekin.

XS
SM
MD
LG