Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Sûrî Gaza Rondikrêj Berda Nerazîbûyan li Homisê


Hêzên Sûrî Gaza Rondikrêj Berda Nerazîbûyan li Homisê

Bizavkar dibêjin, hêzên ewlekarîya Sûrî roja Sêşemê gaza rondikrêj berda bi hezaran nerazîbûyan Sêşem li Homsê ku xwepêşandan dikir hevdem digel seredana çavdêrên Komkara Erebî.

Çavdêrîya Mafên Mirovên Sûrî ragihand, nêzîkî 70,000 nerazîbûyên dijiî hikûmetê hewil didan xwepêşandanê li nîva bajarê Homisê bikin.

Dezgeha ragihandina dewleta Sûrî dibêjit, çavdêran yekem roja seredana xwe li Homisê bi dawî anî lê belê çi hurkarî nedan.

Roja Duşemê, 50 çavdêr û 10 karbidestên dî yên Komkara Erebî gehiştin Sûrîyê bo zêrevanîkirina sozên hikûmetê jibo vekêşana hêzên ewlekarîyê ji bajaran, azadkirina zîndanîyên sîyasî û ragirtina tundûtûjîyên li dijî medenîyan.

XS
SM
MD
LG