Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Sûrî Li Pey Serbazên Serhildayî Digerin


Hêzên Sûrî Li Pey Serbazên Serhildayî Digerin
Hêzên Sûrî Li Pey Serbazên Serhildayî Digerin

Serbazên Sûrî bi piştgriya tankan û helîkopteran layê kêm heşt kes kuştin di nav hêrişan de ku hatibûn darêtin bo têkşikandana leşkeriyên veqetiyayî ku şerê wan dikin, piştî ku çend mehan xwepêşandanên piranî aştiyane li dijî Serok Beşar el Esed bi rêve çûn.

Bizavkar dibêjin bi dehan otomobêlên leşkerî roja Sêşembî zû çûne nav bajarê Rastan li navenda welatî, li demekê de leşkeran êrîş kirin ser zûrên nexweşxanên bi hawarçûnê bo li pey çûna serbazên serhildayên birîndar. Hatiye raport kirin ku bi dehan kes ji malên wan hatine derxistin û birin.

Kesên rêzên xwe ji leşkerî cuda kirî, li gor texmînan hijmara wan gehiştiye hezaran kesan li seranserî wealtî, û pişkek in ji leşkerê Sûrî ya Azad ku nû hatiye pêkanîn. Serbazên veqetiyayî ji layê efserê leşkerî Riyad el Esed ve tên rêberî kirin ku li meha 6 ji hêza esmanî cuda bû.

Gropên mafên mirovan ragihand ku roja Sêşembî layê kêm şeş kes hatine kuştin di nav êrîşên hikûmetê de bo ser Homs li navenda welatî û du kesên din jî li parêzgeha Îdiîb li bakûrê rojava hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG