Lînkên eksesibilîtî

Parlemana Tirkîyê Îro Parlemantarîya 2 Qanûndanêrên Kurd Rakir


Tugba Hezel û Faysal Sariyildiz

Parlemana Tirkîyê, bi sedema ku beşdarê rûniştinên civata giştî ya parlemanê nebûne, îro Pêncşemê parlemantarîya 2 qanûndanêrên Kurd rakir.

Parlemanê di rûniştina îro de, cara yekê di dîroka komara Tirkîyê de biryar da ku bi wê sedemê, dawî li parlemantarîya endamên xwe Faysal Sariyildiz û Tugba Hezer bîne.

Sariyildiz îro ji VOA re gotibû ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan tunekirina sîyaseta partîya wan kiriye armanca xwe.

“Erdogan ev pêvajo jibo sazkirina dîktatorîya xwe bi kar anî. Jiber ku ji sîyaseta me ditirsin, hevserokên me, hevalên me kirin zindanan. Îro ji hevserokê me re, ji parêzvanên mafê mirovan re dibêjin terorîst."

Endamê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Sariyildiz, nûnerê bajarê Şirnexê, Hezel jî ya Wanê ye û bi rakirina parlemantarîya wan, hejmara giştî ya kursîyên HDP’ê ket 55’an.

Berê jî hevseroka wê partîyê Fîgen Yuksekdag û nûnera Amedê Nursel Aydogan ji parlemantarîya hatibûn dûrxistin û hevserok Selahattîn Demîrtaş jî di nav de, 11 parlamenterên wê partîyê li girtîgehê ne.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG