Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hîcab: Pêla Xwepêşandana Gelên Rojhilata Navîn dê Berdewam be


Xwepêşandana Yemenê, Duşembî, 15 meha 2, 2011.
Xwepêşandana Yemenê, Duşembî, 15 meha 2, 2011.

Xwepêşandanên gelên cîhana Erebî û Rojhilata Navîn berdewam in.

Roja Sêşembî, xwepêşandan li Behreyn û Yemenê berdewam bûn.

Her wiha li Îranê bi dehan xwenîşander ji layê hêzên polîsî ve hatin girtin, li gor jêderên opozisyona Îranî.

Abdullah Hîcab, şarezayê Rojhilata Navîn, dibêje ku pêla xwepêşandana gelên Rojhilata Navîn dê berdewam be heta guherînên rijd çê dibin.

Birêz Hîcab her wiha dibêje, rewşa welatên Rojhilata Navîn bi hev re cûda ye, lewma encamên xwepêşandanan li hemû welatan wek hev nabe.

Ji bo guhdarî kirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Hîcab re, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG