Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajarvana Parîsê Hidalgo, Macron Ser Têkoşîna Dijî Vîrusa Korona Rexne Dike


Bajarvana Parîse Anne Hidalgo, Serokomarê Fransa Emmanuel Macron jiber têkoşîna dijî vîrusa korona rexne kir.

Hidalgo ji rojnameya Le Monde re dîyar kir ku Macron tedbîran bo ku bi rêvebirên herêmî re danûstandinê bike radigihîne.

Wê dîyar kir ku tiştên wek qedexeya derketina derve, girtina kitêbfiroşan, û stratejîya bo karanîna vaksînan, rastexwe ji Qesira Elysee wek ferman têne ragihandin û dîyar kir ku li bajaran rewiş cuda ye.

Xanim Hidalgo da zanîn ku divê stratejîya bo serketina dijî vîrusa korona divê ne tenê girtin û vekirinên li dû hevdu bin.

Di meha Sibatê de, gava Hidalgo li betlaneya xwe ya salane bû, cîgirê wê Emmanuel Gregoire dîyar kiribû ku ewê wek daxwaza hikûmetê bo Parîsê qedexeya derketina derve ya 3 hefteyî bifikirin.

Li ser bertekan, Gregoire dîyar kiribû ku ew qedexeyan difikirin lê piştgirîyê nadin wan.

Çaverê ye ku Hidalgo di hilbijartinên serokomarîyê yên 2022’yan de hevrika Macron be.

XS
SM
MD
LG