Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Pêşbînîya Encamên Komcivîna Berlîn Bo Aştiya Lîbya


Di vê hefteyê de li Moskow, Rûsya û Tirkiyê hewil da aliyên rikeber û şerker yên li Lîbya bînin ba hev û agirbesteke domdar li Lîbya pêk bînin, û şerên navxweyî yên li wî welatî bidawî bikin, lê civîn serkeftî nebû, jiber ku general û fermandarê Leşkerê Niştîmanî yê Lîbya Xelîfe Hafter hin şert û merên peymanê qebûl nekirin û vegerîya Bengazî.

Piştî ku Tirkiyê û Rûsya di civînên li Moskow encam bidest ne xistin, wezîrê derve yê Almanya Heiko Maas, do Pêncşemê ragihand ku Xelîfe Hafter dê pêgirîyê bi agirbestê bike, herwiha Maas da zanîn ku Almanya bi Çavdêrîya Şêwirmend Angêla Merkel roja Yekşemê 19ê mehê li bajarê Berlîn dê mazovaniya komcivîna Berlin bike bo çareserîya pirsgirêkên li Lîbya. Gelek welat û berpirs dê beşdarî civînê bibin.

Berpirsekî wezareta derve ya Amerîka do Pêncşemê da zanîn ku wezîrê derve Mike Pompeo dê beşdarî komcivîna Berlin bibe û sê peyaman bigehîne, ew jî: Agirbestek mayînde, derketina hemû hêzên biyanî ji Lîbya û vegerîna ser maseya siyasî bi alîkarîya Neteweyên Yekbûyî.

Bo civîna Berlîn Yunanistan nehatîye bang kirin, ev jî bûye sedema nerihetîya berpirsên wî welatî, Yunanistan dibêje, divê peymana Erdogan û Sîraj ya meha borî divê bihê betal kirin.

Xelîfe Heftar, do Pêncşemê bi serdanek pêşwext ne pilan kirî giha Yunanistanê û li gel wezîrê derve civîya.

Serokê Tirkiyê R. T. Erdogan, do da znaîn ku ewê leşkeran bişînin Lîbya, herçende piraniya welatan wê pêngava Erdogan rexne dikin.

Bernama Hello Washington, bo danûstendin û pêşbîniya encamên komcivîna Berlîn ya taybet li ser Lîbya mêvandarîya Dr. Kemal Sîdo Rêveberê Ofîsa Rojhilata Navîn ya Civakên li Jêr Gefê ji Almanya û Îbrahîm Sipîndarî parêzer û çavdêrê siyasî kir.

Dr. Kemal Sido
Dr. Kemal Sido


Dr. Sîdo da zanîn ku hewildanên bidawî kirina şerên navxweyî li Lîbya gelek giringin jiber ku gelê Lîbya ji şer û nakokîyan mandî bûye, lê mixabin Tirkiyê destên xwe xistin nav karê Lîbya û niha 2000 çekdarên Sûrî ji aliyê Tirkiyê ve hinartine Lîbya yan jî bi rê de ne.

Sîdo herwiha dibêje ku ew tirs heye ku di navbera Putin û Erdogan tecrûbeya Sûriyê li Lîbya jî dubare bikin, hrwiha dibêje, Almanya rolek xerab dilîze û piştgîriya Tirkiyê dike.

Îbrahîm Spîndarî, Çavdêrê Siyasî
Îbrahîm Spîndarî, Çavdêrê Siyasî


Sipîndarî jî got ku dibe civîna Berlin hinartina çekan bo Lîbya qedexe bike, dîsan got, berjewendîya Almanya û welatên Ewrupî di wê yekê daye ku şer li Lîbya bidawî bihêt, da ku pêlên koçberan ber bi Ewrupa bihên rawestandin.

Hello Washington 17 01 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:21:45 0:00


XS
SM
MD
LG