Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî: Hikûmeta Belarûsê Êdî Nikare Guh Nede Bangên Gel


Berdevika Qesira Sipî Kayleigh McEnany dîyar kir ku ew bûyerên li Belarûsê ji nêz ve dişopînin.

Kayleigh McEnany da zanîn ku Amerîka wek cîhên din li Belarûsê jî li alîyê ‘’azadî û demokrasî’’yê ye.

‘’Girseyên mezin yên protestoyên aştîyane li dar dixin raber dikin ku hikûmet êdî nikare guh nede bangên gel yên ser demokrasîyê.’’ Kayleigh McEnany got.

Wê bang li Rûsya kir ku bo serwerîya Belarûsê rêzê bigire û rê bide gel ku bi awayekî azad rêberê xwe hilbijêre.

Aleksandr Lukashenko, ku 26 sal in li desthilata Belarûsê ye, dîyar kiribû ku wî di hilbijartinên 9’ê Tebaxê de 80 ji sedê dengan sitandîye û serketina xwe ragihandibû.

Rêbera opozîsyonê Svetlana Tihanoskaya û alîgirên wê jî îdia kiribûn ku di hilbijartinan de sextekarî çêbûye û dest bi protestoyan kiribûn.

XS
SM
MD
LG