Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Nû ya Hollandî 10 Meh Piştî Hilbijartinê Sond Xwar

Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte
Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte

Hikûmeta çara ya Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte îoj Duşemê sond xwar.

Li Hollandayê 299 roj piştî hilbijartinê û saleke piştî ku kabîneya Rutte ya berê jiber lêçûnên mezin yên krîza vîrusa korona, neçar mabû ji kar vekişe, hikûmeta koalîsyonê dest bi kar dike.

Tevî ku koalîsyona ku ji heman çar partîyên ku ji 2017'an vir ve, ser kar in pêk tê jî, hema hema 10 meh derbaz bûn ku ew dîsa werin ba hev piştî hilbijartina bê encam ya di 17'ê Adara 2020'an de.

Partîyan herî dawî meha borî bo avakirina hikûmetê ser peymanekê li hev kiribû.

Koalîsyona nû soz dide ku ewê budceyên enerjîya domdar, xanî, lênerîna zarokan û perwerdeyê zêde bike.

Lê, koalîsyon dide zanîn ku ewê pêşî li ser krîza saxlemîyê bigire jiber ku peketinên cureya omicron ya COVID-19 bi rengekî rekorî bilind dibin.

Hikûmet divê heya roja Înê ser dirêjkirina yan sistkirina qedexeya giştî ya berfireh biryarê bide, ya ku ji nîvê Berfanbarê vir ve piranîya cîhên giştî girtî hiştine.

Hevdem, di mehên dawî de hin xwepêşandanên dijî hikûmetê bi serhildanên tund bi dawî bûn û çend wezîran ragihand ku gefên kuştinê li wan hatine kirin.




This item is part of
XS
SM
MD
LG