Li Îraqê ji roja Sêşemê vir ve dijî hikûmetê protesto li dar dikevin.
Di pevçûnan de bi kêmî ve heft kes hatin kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Xwepêşandaner, li bajarên wek Bexda û Nasirîye xizmetên dewletê, perexwarinê û bêkarbûnê protesto dikin.
Karbidestên hikûmetê ser kuştî û birîndaran dîyar dikin ku berpirs, ‘’serhilda’’ ne.
Li Nasirîye û Amara û Hîla qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Neteweyên Yekbûyî (NY) piştî gurbûna girjîya li Îraqê banga aramîyê kir.