Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Amerîkî Derbarê Çarenûsa Çalakvanê Çînê Nîgeran e


Hikûmeta Amerîkî nîgeranîya xwe derbarê çarenûsa çalakvanê kor yê Çînî, Chen Guangcheng dubare dike. Lê Washington qebûl nekir şiroveyan bide derbarê cihê wî ku rapor dibêjin ew dagerîya ye balyozxaneya Amerîkî li Pekînê.

Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîkî Victoria Nuland red kir bersiva pirsên rojnamevanan derbarê cihê birêz Chen bide. Lê wê got, Washington nîgeranîya xwe dîyar kiribû derbarê çarenûsa çalakvan û parêzerê kor ku hatibû giritn piştî ku binpêkirinên mafên li Çînê bi belge kiribû, bi taybet siyaseta Pekînê ser astengkirina jimara neferên gelek malbatên Çînî.

Chen roja Yekşema bûrî li Gundê bi navê Dongshigo li rojhilata welatî winda bû, tevî ku desthilatdaran nizanîbûn ew winda ye heta roja Pêncşemê. Hîn ne diyar e ew bi kude çûyê, lê hevalê wî Hu Jia, ku ew jî çalakvan e, roja Înê got, tê bawer kirin Chen li Balyozxana Amerîkî be.

XS
SM
MD
LG