Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Demkî li Lîbya Çend Bajarên Din Kontrol Kirin


Hikûmeta Demkî li Lîbya Çend Bajarên Din Kontrol Kirin
Hikûmeta Demkî li Lîbya Çend Bajarên Din Kontrol Kirin

Hikûmeta demkî ya Lîbya dibêje wê kontrola zincîrek bajarên biyabanên li koratiya başûra welatî girtine dest wek bajarê Sabha, ku yêk bû ji çend bingehên paşmaiyên rêberê berê Moemmer Qezafî.

Roja Pêncşembî Civata Nîştimaniya Demkî ya Lîbya got wê herwesa kontrola Jufra û bajarên din yên derdore, Sokna, Waddan û Houn girtiye dest.

Şerkerên deselata demkî hêş di şerek tond de ne bo du bingehên mezintir yên alîgirên Qezafî anko Benî Walîd li bakûr û bajarê Moemmer Qezafî, Sirte. Hêzên Civata Nîştimaniya Demkî li wan du bajaran tevî bersînggirtina tonda şerkeran berevrû bûne.

Hevdem, Ajansa Inêrjiya Etomî ya Navneteweyî piştrast kir, hikûmeta Qezafî li nêzîk Sabha hinek uraniyom enbar kiriye wek paşmaiya programa navokiya rijîma berê.

Roja Pêncşembî, Amerîka piştî çend mehên dayêxistinê carek din balyozxaneya xwe li Trablusa paytextê Lîbya vekir.

XS
SM
MD
LG