Hikûmeta Somalê dibêje, ew piştgirîya operasyona hikûmeta Amerîkî dike ku 2 karkarên Rojavayî azad kirin, ku ji demeke dirêj vir ve li wî welatî rehîne bûn.
Hikûmeta demkî ya Somalê roja Pêncşemê bi daxuyanîyekê got, rizgarkirina hemwelatîya Amerîkî Jessica Buchanan û yê Danîmarkî Poul Thisted şabûneke mezin e.
Buchanan û Thisted roja Çarşemê hatibûn rizgar kirin, gava Hêzên Taybet yên Amerîkî êrîşî kampa revonekan kirîbû.
Di êrîşa dijî kampa revonekan ya li bakurê rojavaya Magadişû de 9 rêbir hatibûn kuştin.