Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu Nikarî di Dema Diyarkirî de Hikûmetê Ava Bike


Benjamin Netanyahu Serokwezîrê Îsraîlê

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, heta nîvşev ku dema dawî bû, jibo avakirina hikûmetek nû ya piştî hilbijartinên 23ê Adarê serketin bidest nexist.

Serokê Îsraîlê sê roj hene ku kesek din jibo avakirina hikûmetê destnîşan bike, kesê duyê yê herî li pêş dibe ku Yair Lapid, serokê partiya navendî Yesh Atid be.

Îsraîl ber bi hilibijartinên 5ê ve diçe di dema 2 salan de. Tê xuyakirin ku cardî civaka Îsraîlê ji aliyê siyasî de dabeş bûye, piştî ku serokwezîr Benjamin Netanyahu yê ku dema herî dirêj weke serok hikûmetê Îsraîlê li ser desthilatê mayî, nikarî soza avakirina hikûmetek hevpar bicih bîne ku şeva borî dema herî dawî bû.

Di hlibjaitinên borî de partiya Likud bi serokatiya Netanyahu dengên herî zêde bidest xist bûn, ji koma 120 kursiyan 30 kursî bidest xist bûn, lê nikarîbû 61 kursiyan ku dibe piranî bo avakirina hikûmetê bidest bixe, da ku li ser desthilatê bimîne.

Netanyahu bi 3 tawanan tê tawanbar kirin, lê ew dibêje wî ti binpêkirin encam nedane. Pisporê anketên li Îsraîlê Mitchell Barak gote kenalê i24, gel ji cemidîna siyasî bêzar bûye.

Û got "Gel bi rastî bêzar bûye ji serkirdayetiya dewletê û berpirsên tên hilbijartin, jiber ku ew nikarin hikûmeta xwe ava bikin." Herwiha wî got "Xweyaye kesên egoyîst li vir dilîzin, helbet Netanyahu grûpa xwe heye, çi bihê dadgehkirin yan na, wî xelekê zor heye, wî 30% ji gel yan jî milyonek xelk heye, rê bidin ku bêjîn ewin yên dixwazin ew bibe serok hikûmet."

Tê çaverê kirin ku serokê Îsraîlê Reuven Rivlin, ji Yair Lapid biprse bo ava kirina hikûmetê, Lapid ji her niha ji bo hevkariya avakirina hikûmetê têkilî bi Naftali Bennet serokê partiya biçûk ya Balê-Rastgir ku bi Yemina tê naskirin bo avakirina hikûmetê civiyae û dixwaze wî bixe nava koalisyonê, ku Netanyahu jî heman bazar pê re kirbû.

Şiyanên Lapid jibo lihev civandina partiyên çep û rast yên ku bingehînin jibo ava kirina hikûmetê nayê zanîn kanê partiya Ereban dê bibe perçek ji hikûmeta hevpar yan na. Eger bû ev dê bibe cara yekê partiyeke Erebên Îsraîlê bikare beşdariyê di hikûmeteke hevpar ya Îsraîlê bike.

Partiya Ereban Raam ku Abbas Mansour serokatiya wê dike gotiye ew li gel herduyan, ligel Netanyahu û ligel Lapid jî axiftîye Mansour dibêje, partiya wan dixwaze hikûmetek hebe daku ev felcbûna siyasî bidawî were.

Eger ku Lapid di maweyê 28 rojan de nikar hikûmetê ava bike, dibe ku Îsraîl cardî amadekariyên hilbijartinan bike, ku dê bibe hilbijartina pêncan di maweyê kêmtir ji du salan.

XS
SM
MD
LG