Lînkên eksesibilîtî

Li Stenbolê Dijî Sextekarîya Dengan Çalakî Destpê Kirin


Tometên sextekarîyê yên li ser dengên BDP’ê ku piştî hilbijratina şaredarîyan li hin bajarokên Kurd bûye sedema alozîyan li Stenbolê hate protesto kirin.

Di çalakîya protestoyî de ku roja Sêşemê bi beşdarîya rêvebir û endamên BDP û HDP’ê li Taksîmê pêk hat, piştgirî jibo berxwedana wan Kurdan hate nîşandan ku xwedî li dengê xwe derdikevin.

Di protestoyê de, destwerdana tund ya polîsan ku li hember hemwelatîyên Kurd yên li bajarokên mîna; Serêkanîyê, Xelatê, Norşîn û hin deverên rû daye jî hate şermezar kirin.

Hevserokê BDP’ê yê Rêxistina Bajêr yê Stenbolê Emrullah Bîngul, ji Dengê Amerîka re dîyar kir.

“Emê li Stenbolê jibo piştgirîya xelkê bajarokên Kurd ku şaredarî bi sextekarî ji BDP’ê hatine sdandin rêzeçalakîyan bidin destpê kirin.”

Bîngul da xuya kirin, “heta tometên li ser hilbijartinê neyên rakirin emê li kuçe û kolanên Stenbolê bi beşdarîya girseyên mezin çalakîyan li dar bixin.”
XS
SM
MD
LG