Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevrikiyek Gerim Dinavbera Clinton û Sanders De


Hevrikiya Clinton û Sanders di Debêta jibo hilbijartinên New York de.
Hevrikiya Clinton û Sanders di Debêta jibo hilbijartinên New York de.

Senator Bernie Sanders û wezîra derve ya berê Hilary Clinton dema şevê din hatîn hemberî hev jibo xwe amadekirina hilbijartinên New Yorkê ku dê 19ê Nîsanê bihên encam dan, rexneyên tuj li hevdu kirin û di gelek mijaran de hevdu tawanbar kir.

Di Debêta di navbera herdû berbijêran de dengê wan bilind bû, duberiyeke gerim kete navbera wan, her yekî yê din tawanbar kir.

Sanders rexneyên tuj li Clinton kirin, derheqa piştevaniya wê jibo lêgerîna petrola di kevirên jêr deryayê de, herweha têkiliyên wê yên bi Wall Street re.

Hilary Clinton jî bi "Êrîşkirina nerast "Sanders tawanbar kir got, ew weha texmîn dike ku ez ne ji hejî me herçende du caran li New York ê hatime hilbijartin û serkeftin bidest ve aniye, weke Clinton dibêje.

Di dema arastekirina pirsan de, ew di cudabîr bûn, bi taybet derheqa piştevaniya Hilary Clinton ya kêmkirina kiryan û guhertina herdu rejîman li Îraq û Lîbiya.

Hilary Clinton berbijêra Demokratan wezîra derve ya berê weke namzeta serokatiya Amerîka di rapirsan de heta niha 14 xalan li pêşiya Senator Bernie Sanders e.

XS
SM
MD
LG