Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Beşdarîya bo Hilbijartina Afganistanê di Rêjeyeke Hindik de Ma


Beşdarîya bo hilbijartina seroktîya Afganistanê di rêjeyeke hindik de ma.

Jêderên nêzî Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartina Afganistanê didin zanîn ku ji 9,600,000 hilbijêr bi qasî 2,000,000 hilbijêr çûn ser sindoqan.

Çavkanîyên fermî hîn ser rêjeya bêşdarîyê ti agahî nedane.

Çavdêran berî hilbijartinê dîyar dikir ku dê jiber gefên êrîşê yên Talîbanê, metirsîyên ewlekarîyê û kêmbûna bawerîya bo hilbijartinê, beşdarîya hilbijartinê hindik be.

Pisporên Afgan digot ku wê bi qasî 1,500,000 hilbijêr herin ser sindoqan.

Di hilbijartina 2014’an de beşdarîya bo hilbijartinê 60 ji sedê bû û 7,000,000 hilbijêr çûbûn ser sindoqan.

Li ber e ku encamên pêşî yên hilbijartinê di 19’ê Cotmehê de eşkere bibe.

XS
SM
MD
LG