Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîhan Benda Encamên Hilbijartina Seroktîya Amerîka Ye


Hilbijartina Seroktîya Amerîka

Rojek piştî ku welatîyên Amerîkî di hilbijartinek dijwar ya seroktîya Amerîka de dengên xwe bi kar anîn, jimartina bi mîlyonan dengan îro Çarşemê hîn jî didome.

Pispor bal dikşînin ku peyvajoya jimartina dengan dikare bi rojan yan jî bi hefteyan bidome.

Herwiha jibo dîyarkirina encama pêşbazîya navbera her berbijarê Komarî Donald Trump û yên Demokrat Joe Biden hîn zû ye jiber ku rêjeya dengên her du berbijaran jî pir nêzê hevûdin e û cîhan jî li benda encama ye.

Daxuyanîya pêşwext ya serkeftinê ya Donald Trump ya li Qesra Sipî ji alîyê hin şîrovekarên siyasî û komên mafên sivîl yên Amerîka ve hat şermezarkirin, û di derbarê ku binpêkirina normên demokratîk yên demdirêj de hişyarî dan.

Piranîya rêberên cîhanê û wezîrên karên derve bi balkeşîyek girîng peyvajoyê dişopînin û hewl didin ku ser sîstema hilbijartina seroktîya Amerîka şîrove nekin.

Wezîrê Karên Derve yê Brîtanya Dominic Raab ragihand ku : ewê bisekinin û bibînin ka encam çi ye.

"Bê guman nezelalbûneke girîng heye. Ez difikirîm ku pêşwazî ji bilîya pêşbînîya pir kesan, pir nêztir didom e,” Raab got.

Lê dema ku wezîr Raab û yên din banga balkeşî û hişyarîyê kirin, serokwezîrê Slovenya li ser Twitterê Trump û partiya Komarî pîroz kir.

Li ser Twitterê , hashtagên wek #Trump, # Biden û # USElections2020 ji Rûsyayê heya Pakistanê, Malezya heya Kenya û li seranserê Ewropa û Amerîkaya Latîn gelek derket pêş, û ev destnîşan dike ku li seren serê cîhanê encamên hilbijartina seroktîya Amerîka pir girîng tê dîtin.

Rûsya, ku sazîyên îstîxbaratê yên Amerîka bo destwerdana hilbijartinê tawanbar dikir, heya niha şîroveyek an bertekek fermî ranegihandîye.

Rexistina Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) ya li New Yorkê ku yek ji komên sereke yên mafên mirovan yên cîhanê ye, di derbar ê hesibandina encaman hîşyarî da û got heya ku her yek deng were jimartin, divê biryara encaman neyê dîyar kirin.

Di hilbijatina seroktîya 2020'an de, jiber pandemîya COVID-19, dengdana bi rêya name şandinê bi rêjeyek pir bilind pêk ha. Lê, tê pêşbînî kirin ku ev şêwaza dengdanê li gelek eyaletan bibe sedem ku jimartina tevahîya dengan bi rojan dem bigire.

Berpirsê rêvebirê HRW Kenneth Roth got ku daxuyanîyên pêşwext yên serfirazîyê xeter in.

Li Nîjerya, yek ji sîyasetvanên sereke, Senator Shehu Sani, got ku nezelalîya li Amerîka rewşa Afrîqa bi bîr tîne.

"Afrîqa berê fêrî demokrasîya Amerîkî dibû, Amerîka niha fêrî demokrasîya Afrîka dibe," Sani li ser Twitterê ji 1.6 mîlyon şopînerên xwe re nivîsî.

XS
SM
MD
LG