Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cemal Koçer: Bi Hişyarî Dengdan, Heza Guherînê Û Girtina Çalakvanên Badînan, Sedemên Serkeftina Min Bûn


Dîmenên Pêşiyê yên Dengdanê li Mûsil
Dîmenên Pêşiyê yên Dengdanê li Mûsil

Cemal Koçer berbijarê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistan, ku berbijarê herî zêde li ser astê Îraqê deng anîn û berbijarê bazneya Duhok bû ya hilbijartinên pêşwext yên parlemena Îraqê li roja 10ê Cotmeha borî.

Cemal Koçer 56702 deng anîbûn, di hevpeyvîna ligel Dengê Amerîka de dibêje, hilbiajrtinên vê carê ji yên berê di cûda bûn, jiber ku nikarî bûn sextekariyê di îradeya gel de bikin, xelkî bi hişyarî dengê xwe da û heza gurankarî û guherînê hebû, her wiha xalek din ku dibe sedema serkeftinê be li Duhok, ew jî girtina çalakvan, mamosta û rojnamevnên Badînan bû Cemal Koçer serkeftiyê dewreya nû ya hilbiajrtinên pêşwext li Îraqê dibêje "Jiber wê yekê min ewqas dengên bilind li Badînan anîn, jiber ku xelkî bi hişyarî deng daye, xelk hez ji guherînan dike û ji desthilatdaran bêzar bûne."

Cemal Koçer di wê bawerê daye ku girtina çalakvan, Rojnamevan û mamstayên Badînan jî, sedemek din be ku wî gelek deng stand bin û dibêje "Bêzariyê xelk kirbûn sê beş, beşek neçûn dengdanê, beşekî jî, dengên xwe şewitandin, beşekî jî dengê xwe da wan kesan yên ku nebûne beşek ji rewşa xerab ya heyî."

Cemal Koçer, Yekgirtûya Îslamî - Duhok
Cemal Koçer, Yekgirtûya Îslamî - Duhok

Berbijar Yekgirtûya Îslamî Cemal Koçer dibêje, partiya wan ji wan hêzên siyasî yên kême li Îraqê ku dengên xwe û kursiyên xwe zêde kirine û gote Dengê Amerîka "Partî heye kursiyên xwe zêde kirine, lê dengên xwe kêm kirine, heye jî, kursiyên xwe kêm kirine lê dengên zêde anîne, lê Yekgirtûya Îslamê kursî û dengên xwe her du zêde kirine."

Li dawiya hevpeyvînê berbijarê Yekgirtûya Îslamî yê serkeftî bo (xul) dewreya nû ya parlemena Îraqê Cemal Koçer ne bi zelalî got ku encamên hilbijartinan ciyê kêfxweşiya partiya wane û got, "Rê li hember sextekariyan hat girtin, hizb nikarî bûn destkariyê di îradeya gel de bikin, ji bo me ev surprîzek bû, îcar êdî serdema siloganan nema û xelk bi hişyarî dengê xwe da." Cemal Koçer gote Dengê Amerîka.

Raporta Kerkukê 24 10 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:05 0:00

XS
SM
MD
LG