Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Encama Hilbijartina Dîyarkirina Berbijarê Demokrat Eşkere Nebû


Encamên hilbijartinên dîyarkirina berbijarîya Demokratan ya bo seroktîya Amerîka eşkere nebûn.

Karbidest dîyar dikin ku sedema eşkerenebûna encaman agahîyên şaş yên ser dengan in ku ew hevdu nagirin.

Pêşhilbijartina Demokratan, ku 11 berbijar beşdar bûbûn, li pirtir 1600 dibistan, kitêbxane û dêran hatibû çêkirin.

Li ber e ku encam îro Sêşemê di nava royê de eşkere bibin.

Di pirsnameyên dawî de Senatorê eyaleta Vermontê Bernie Sanders û Cîgirê Serokê Amerîka yê berê Joe Biden di rêza pêş de bûn.

Berpirsê kempeyna hilbijartinê ya Donald Trump, Brad Parscale ji Twitterê got ku ‘’Demokrat hîn nikarin nikarin civînên dengdanê çêkin, ewê çawa hikûmetê birêve bibin?’’

Partîya Komarî jî li Iowa hilbijartin çêkiribû û Trump li wir 97 ji sedê dengan sitandibû.

XS
SM
MD
LG