Berpirsê Karmend û Karûberên Qesira Sipî Mark Meadows, îro Yekşemê ragihand ku li Amerîka wê hilbijartin di 3'ê Mijdarê de were darxistin.
"Emê di 3'ê Mijdarê de hilbijartinê pêk bînin û serok Trump dê serketî be," Meadows di bernameya Face the Nation ta televîzyona CBS de got.
Meadows îro berevanîya nerîn û îdîayên serok Trump kir ku divê dengdana bi rêya şandina nameyan bi şewazekî rêkûpêk were rêvebirin.
Serok Donald Trump roja Pêncşemê di derbarê dengdana bi rêya şandina nameyan de fîkara xwe dîyar kiribû û qala îhtîmala paşxistina hilbijartinê kiribû.
Lê pêşniyara Trump hem ji hêla Demokratan û hem jî ji hêla hevalbendên wî yên li Kongresa Amerîka ve yekser û bilez hatibû red kirin.
Hejayî gotinê ye ku Kongresa Amerîka sazîya yekane ya xwedî desthilatê ya dewletê ye ku dikare di dema pêkanîna hilbijartina seroktîyê guhartinekê bike.
Rexnegir û gelek hevalbendên Trump pêşnîyara Trump bi cidî negirt û ew wek hewileke guhertina rojeva bîragiştî nirxand ku armanc dikir bala ser rewşa xirab ya aborîya welêt bibe ser mijarên din.
Lê, hinek pisporên qanûnan hişyarî didin ku êrîşên wî yên dubarekirî, dikare di pêvajoya hilbijartinê de zararê bide bawerîya alîgirên wî.
Serok Trump ku Komarî yê, hewil dide ku pêbawerîya ser dengdana bi rêya şandina nameyan têk bibe, ku Trump pir caran, bê delîl îdîa dike ku ew rêbaz wê rê li ber hîleyên dengdanê veke.