Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilcivîna G20 ya Onlayn bi Dawî Bû


Hilcivîna G20 ya îsal jiber vîrusa korona bi awayekî onlayn li dar ket, bi dawî bû.

Li gor daxuyanîya beşdarên hilcivînê, welatên pêşde diçin dê di têkoşîna dijî vîrusa korona de piştgirîyê bidin welatên hindik pêş ketine û dema dayîna deynên kredîyê jî heta Hezîrana 2021’an hatiye dirêj kirin.

Di hilcivîna onlayn de, Qralê Erebistana Saudî Salman Bîn Abdulazîz serokê demkî bû.

Prensê Cîgir yê Erebistana Saudî Mihemed Bîn Salman dîyar kir ku ewê bo welatên herî zêde bi vîrusa korona re rûbirû mane 14 mîlyar dolar rakin.

Bîn Salman da zanîn ku IMF û Banka Cîhanî û bankayên din yên pêşveçûnê dê 300 mîlyar dolar bidin welatên ku pêşde diçin.

Wî di dawîya hilcivînê de pêşnîyaz kir ku ew hilcivîn salê du caran çêbe û ji wan hilcivînan yek onlayn be.

XS
SM
MD
LG