Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran, Rûsya û Tirkîye Hilcivîna Sûrîyê ya Pêncan li Dar Dixin


Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Îranê Ruhanî Hasan Ruhanî îro Duşemê dê li Enqerê bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re bicivin.

Her sê rêber dê ser Sûrîyê biaxifin û li ber e ku rojeva serekî Îdlib be.

Artêşa Sûrîyê ji dawîya Nîsanê vir ve operasyonên dijî Îdlibê gur kirine.

Li Îdlibê, ku li sînorê Tirkîyê ye, 3 mîlyon kes dijîn û Enqere ser pêleke nû ya koçberîyê hişyarîyê dide.

Ruhanî berî serdana Enqerê bike, li Tehranê dîyar kir ku li Îdlibê hîn jî ‘’terorîst’’ hene û da zanîn ku divê şerê dijî wan bidome.

Piranîya Îdlibê di bin kontrola Heyet Tahrîr Şam de ye ku ew rêxistin nêzî El Qaydê tê dîtin.

XS
SM
MD
LG