Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilcivîna Wezîrên Derve yên Welatên G7 li Brîtanya Destpê Dike


Dominic Raab û Antony Blinken

Wezîrên derve yên welatên G7, ku ji destpêka pandemîya vîrusa korona vir ve li hev rûbirû kom nebûne, dê bi mazubanîya Brîtanya bicivin.

Ew civîna wezîrên derve bo hilcivîna serokên welatên G7 hazirî ye ku çaverê ye wezîr ser danûstandinên bi Îranê re, têkoşîna dijî guherîna îqlimê, vîrusa korona, Rûsya û Çînê biaxifin.

Civîna wezîrên dê hefteyekê bidome û dê îro Duşemê bi xwarina şîvê destpê bike.

Berî destpêka civînan, Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û hevtayê wî yê Brîtanî Dominc Raab dê hevdîtinê çêkin.

Li ber e ku Blinken û Raab ser peymana navokî ya bi Îranê re biaxifin ku Serokê berê yê Amerîka Donald Trump, Washington ji wê peymanê derxistibû.

Blinken û Raab dê ser peywendîyên dualî û bazirganîyê jî bipeyîvin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG