Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilcivîna G20 li Cannes Destpê Dike


Hilcivîna G20 li Cannes Destpê Dike

Rêberên aborîyên pêşketî yên cîhanê li bajarê Cannes ya Fransayê kom dibin, da ku kêşeyên aborî ya cîhanî gotûbêj bikin.

Di hilcivînê de kêşeya deynê ya Ewrupî û pirsên li ser alîkarîya jibo Yunanîstanê cîhên girîng digirin.

Serokê Amerîkî Barack Obama, berî hilcivîna Gruba G20 li Cannes'ê bi Serokwezîra Alman Angela Merkel û Serokê Fransî Nicholas Sarkozy re cihê cihê kom bû.

Serok Obama got, Yekîtîya Ewrupa jibo çareserkirina kêşeya deynê hîn pêngavên girîng avêtin.

Serok got, ew bi hêvî ye ku rêberên cîhana pêşketî û yên pêşve diçin bu hevre stratejîyeke berfirek û karîger dîyar bikin ku arîşeyên heyî çareser bikin.

XS
SM
MD
LG