Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongireya Demokratan bi Fermî Hillary Clinton Weke Kandîda Serokatiyê Hilbijart


Hillary di Kongireya Nîştîmanî ya Demokratan de 2016
Hillary di Kongireya Nîştîmanî ya Demokratan de 2016

Kongireya partiya Demokrat ya Amerîkî li bajarê Philadelphia di navbera rojên 25- 28î Tirmehê de hat llidarxistin, di roja duyan ya kongira nîştîmanî ya Demokratan de Hillary Clinton(68 salî) bi şêweke fermî weke kandîda serokatiya Amerîka hat hilbijartin.

Ev cara yekê ye, partiyek mezin jinekê weke kandîda serokatiyê destnîşan dike, Kongireya giştî ya demokratan şeva sêşemê xanim Hillary Clinton weke kandîda fermî ya partiyê li hember kandîdê Komariyan Donald Trump destnîşan kir.

Di Kongira nîştîmanî ya demokratan de, bi 2382 dengan Hillary Clinton hilbijart, di kongirê de Senator Barnie Sanders axiftinek kir, Sanders piştevaniya xwe ji Hillary re diyar kir û gote piştevanên xwe dengê xwe bidin Hillary û got, hilbijartin dê hên û derbas bin, lê şorişa siyasî û ya guherînan dê her ya berdewam be.

Şeva Pênşemê ku rûniştina dawiyê ya kongirê ye Hillary Clinton dê bi şêweke fermî kandîdkirina xwe qebûl bike, doh serokê berê yê Amerîka Bill Clinton ku, hevjînê Hillary Clinton e, peyvek pêşkeş kir û got, ew dê piştevnaiya Hillary bike û daxwaz ji aligirên partiya demokrat kir da ku, dengê xwe bidin Hillary û got, eger Hillary Clinton bibe seroka Amerîka dê guherînên berçav encam bide.

XS
SM
MD
LG