Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hillary Clinton Gera Xwe ya Burmayê Qedand


Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton û Rêbera demokrasîxwaz ya Burmayî Aung San Suu Kyi

Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton serdana xwe ya sê rojî bo Burma dawî anî, piştî ku ligel rêbera demokrasîxwaz Aung San Suu Kyi kom bû. Xanim Clinton di kombûnê de soz da ku Amerîka hazir e piştgirîya pirtir reformên li welatî bike.

Her du xatûn, dema li mala San Suu Kyi bi rojnamevanan re dipeyîvîn destên hev girtin. Xanim San Suu Kyi piranîya 20 salên borî li wê mala xwe, di bin çavdêrîya mecbûrî ya hikûmetê derbaz kir.

Xanim Clinton got, Amerîka dê jibo qûrbanîyên mayinên binerdê, kêmkirina bêkarîyê û xizmetên saxlemîyê 1.2 mîlyon dolar alîkarî bide Burmayê.

Hillary Clinton pesna rêbertîya pêgir û qayim ya Xanim Aung San Suu Kyi da û got, Amerîka dixwaze ku Burma cîhekî rewa li cîhanê bigire.

Rêbera demokrasîxwaz Aung San Suu Kyi jî got, ew bi rêbaza ku Amerîka têkîlîyên xwe ligel Burmayê pêşve dibe, pir dilgeş e. Wê got, ew rêbaz dê prosesa demokratîkbûnê hêsantir bike.

XS
SM
MD
LG