Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hillary Û Trump Îşev di Gotûbêja Televizyonî ya Dawiyê de Tên Pêşberî Hev


Hillary Clinton and Donald Trump

Şeva Çarşemê di seat 9:00 li gur dema Washington gotûbêja televizyonî ya dawiyê ya herdu kandîdên serokatiya Amerîka Hillary Clinton (Demokrat) û Donald Trump (Komarî) li zanîngeha Nevada ya Las Vegas hête encamdan.

Gotûbêj bi amadebûna herdû kandîdan, dê ji aliyê bêjerê Fox News Chris Wallace ve hête birêvebirin, gotûbêj bi riya hind kenalên Televizyonî dê bi şêweke zindî bihê weşandin û dê li ser 6 beşan hête parve kirin her beşek 15 xulekan dê dirêj bikêşe.

Gotûbêja dawiyê ya di navbera herdu kandîdan de dê mijarên giring yên rojeva Amerîka, yên weke siyaseta jiderve, pirsên aburî û pirsên civakî gotûbêj bike, ev dê ji aliyê bi Milyonan kesan ve bihê şopandin.

Ji dervey herdu kandîdên sereke 5 kandîdên din jî, dê bikevin pêşbaziya serokatiya Amerîka di hilbijartinên sala 2016an de ku, dê roja 8.11.2016an bihêt encam dan, lê di hilbijartinên Amerîka de her dem, kandîdên herdu partiyên sereke li Amerîka partiya Demokrat û partiya Komarî dikevin pêş û hevirkî di navbera wan de berdewam dibe.

Di rapirsên heta niha de hatîne encam dan, Hillary Clinton di nava jinan û kemaniyan de li pêşe û Donald Trump di nava malabtên leşkeran de li pêşe.

XS
SM
MD
LG