Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Nêzîkbûna Hilbijartinan Piştgirîya Trump Nêzîkî ya Clintonê Dibe


Neh hefte berî hilbijartinên seroktîya Amerîka, kêbirkeya navbera berbijara Demokrat Hillary Clinton û yê Komarî Donald Trump didome û anketên dawîyê nîşan didin ku Trump xwe nêzîkî hevrika xwe kiriye.

Pirsnameya CNN/ORC ku îro Sêşemê hate weşandin, nîşan dide ku pêşbirka her du namzetan pir germ bûye û Trump nihe giheştiye 43 ji sedê û Clinton ku demeke dirêj, bi ferqeke mezin li pêş bû, tenê 45 ji sedê dengan werdigire.

Di berhevkirina anketên din yên polîtîk de ku di malpera www.realclearpolitics.com de hate weşandin, Clinton tenê bi 3 ji sedê li pêş Trump e.

Clinton ku dixwaze bibe yekemîn seroka jin ya Amerîka, di anketên meha Tîrmehê yên piştî kongreyên her partîyan de bi 8 ji sedê li pêş Trump cîh digirt.

Anketên dawîn nîşan didin ku her du berbijar tabetî li 10 eyaletên guherînbar yên girîng ku encama hilbijartinan dîyar dikin, gelek nêzîkî hev in.

XS
SM
MD
LG