Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hîndîstan û Pakîstan Çaverêyî Danûstandinên Nû ne


Serokwezîrê Hîndîstanê Manmohan Singh û Serokwezîrê Pakîstanê Yusuf Riza Geylanî.

Serokwezîrên Hîndîstan û Pakîstan dibêjin, ew çaverêyî danûstandinên fermî yên nû ne ku her du alî nêzîkî hev bikin.

Serokwezîrê Hîndîstanê Manmohan Singh îro Pêncşemê got, her du welat bi gotûbêjên tahl gelek waxt kerc kirine û tevî ku li nav sala borî pêşketinên girîng hebin jî, hîn gelek tişt mane ku bikin.

Gotinên birêz Singh piştî hevdîtina wî ya ligel Serokwezîrê Pakîstanî Yusuf Riza Geylanî ya li hilcivîna herêmî ya li Girava Maldives hatin.

Birêz Geylanî jî got, danûstandinên dahatî wê pirtir berhemkar û encamdêr bin û rûpeleke nû li dîroka Hîndîstan û Pakîstanê vekin.

XS
SM
MD
LG