Karbidestên Hîndistanî dibêjin, çekdaran li bazreke şenîbar ya herêma Assam gule barandin ser gel û herî kêm 12 kes kuştin.
Karbidest didine zanîn ku di êrîşa îro Înê de herwiha 15 kesên din jî birîndar bûn û jimareke kes beşdarê wê êrîşê bûn.
Rojnameya The Times of India dibêje êrîşvanan herwha bombeyeke destan avêtin bazarê û 3 firoşgeh wêran kirin.
Karbidest mîlîtanên gruba Bodo bi wê êrîşê tawanbar dikin û radigihînin ku yek ji êrîşvanan hate kuştin û lêgerîna yên din jî hîn didome.