Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Hîndistanê Ser Pevçûna Hîndu û Misilmanan Banga Aştîyê Dike


Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi ser pevçûnên Hîndu û Misilmanan banga aştîyê kir.

Li gor karbidestên nexweşxaneyên Delhî ya paytext, di pevçûnan de bi kêmî ve 24 kes hatin kuştin.

Modi ji Twitterê dîyar kir ku aştî di navenda çanda wan de ye û got ku ‘’Ez bang li xwişk û birayên xwe yên li Delhîyê dikim ku her tim berevanîya aştî û biratîyê bikin.’’

Pevçûna Hîndu û Misilmanan li ser ragihandina qanûneke nû ya hemwelatîbûnê destpê kiribû.

Qanûna hemwelatîbûnê ya nû rê dide koçberên qaçax yên ne Misilman yên ji Pakistan, Bangladeş û Afganistan ku bibin hemwelatîyê Hindistanê.

Pevçûna Hîndu û Mislmanan li serdana Serok Donald Trump rast hat.

Trump ser pevçûnan ti şirove nekiribû û gotibû ku ew karê navxweyî yê Hindistanê ye.

XS
SM
MD
LG