Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hîndistan: Li Eyaleta Maharashtra 800 Polîs bi Vîrusa Korona Ketine


Bi qasî 800 polîsên li eyaleta Maharashtra ya li rojavayê Hîndistanê bi vîrusa korona ketin.

Medaya Hîndistanê dide zanîn ku li Maharashtra 7 polîsan jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

Hikûmeta Hîndistanê dîyar dike ku ew polîsên temenên wan ji 55’an zêdetir naxebitînin.

Li Hîndistanê herî zêde li Maharashtra vîrusa korona hatiye tespît kirin ku 30 ji sedê pêketîyan li wê herêmê ne.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Hîndistanê pirtir ji 64,000 kes bi vîrusa korona ketine û 2114 kesan bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG