Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hindistanê Qedexeya Derketina Derve Dirêj Kir


Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi dîyar kir ku wan qedexeya derketina derve ya jiber vîrusa korona hatiye ragihandin, heta 3’ê Gulanê dirêj kiriye.

Hikûmeta Hindistanê sê hefteyên berê qedexeya derketina derve ragihandibû û ew qedexe îro Sêşemê nîvê şevê bi dawî dibû.

Modi da zanîn ku jiber qedexeya derketina derve ew ji alîyê aborî ve zarareke mezin de ne û got ku ‘’lê, li Hindistanê ya girîng jîyana mirovan e.’’

Li Hindistanê bi qasî 1,300,000,000 kes dijîn.

Jêderên fermî yên Hindistanê dîyar dikin ku vîrusa korona li wî welatî ketiye canê bi qasî 10,000 kes û 339 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG