Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hîndistanê bi Hejmara Pêketinên Vîrusa Korona Rekor Şikandiye


Hîndistanê bi hejmara pêketinên vîrusa korona yên di 24 saetan de rekor şikand.

Jêderên saxlemîyê yên Hîndistanê radigihînin ku li welêt di 24 saetên dawî de 314,835 kes bi vîrusa korona ketine û 2,104 kes bi wê mirine.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar dike ku sîstema saxlemîyê yê Hindistanê bi dijwarîyên giran re rûbirû maye.

Reuters dide zanîn ku jimarek kes bo binaxkirina mirîyên xwe bi saetan disekinin.

Karbidestên hikûmeta Hindistanê dibêjin ku li hin nexweşxaneyan oksîjena pêwîst bi temamî qedîyaye.

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi dîyar dike bang li berpirsan kir ku bo çêkirina pirtir oksîjen rêbazên nû bibînin.

Li Hindistanê qedexeya derketina derve ya neteweyî hîn nehatiye ragihandin, lê hin eyaletan derketin sînordar kirine.

Hîndistan bi hejmara pêketîyên vîrusa korona li cîhanê li dû Amerîka tê.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Hindistanê heta niha bi qasî 16 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine ku ew hejmar li Amerîka bi qasî 32 mîlyon e.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG