Çavkaniyên Polîsan ragihand ku roja Çarşemê di kargehek çêkirina lîstikên agrîn de li bakurê herêma Punjab herî kêm 14 kes hatine kuştin.
Bûyer çend hefteyên berî Mîhrecana Diwali ya Hindusan pêkhat ku bi mîlyonan yarî û lîstikên agirîn tên avêtin.
Ne hatîye zanîn kanê kargeha peqîn têde pêkhatî li bakurê Punjab yasayî ye yan ji yek ji kargehên neyasayî ye yên ku bi şêweke zêde li welat belavbûne û pêgiriyê bi mercên ewlehîyê nakin.
Mokhtyar Sing, efserekê polîsan got"Me 14 terim deranîn". Wêne û dîmanên kargeha wêranbûyî di kenalên medyayê de derketine, diyar dibe ku dehan kes li dorên avahiyek wêranbûyî kombûne.
Li Hindistanê Mîhrecana Diwali yan jî dibêjinê "Cejna Ronahiyan" di meha bihê de, dê bihê pîrozkirin û hejmarek zêde ya lîstikên agirîn tên teqandin.