Şanoya Hinek Henek, ku bi şêwazekî kenok û henekan tê pêşkêşkirin, pirrr bala kişandiye û roj bi roj hezkiriyê wê pirr dibin ne tenê li bajarên kurdan li Turkiyê lê belê li nav cihên din ku kurd lê dijîn cihê xwe girtiye û tê şopandin.
Ev şano di dema pandamiyê de sala 2020an de hate damezrandin li bajarê Amedê/Diyarbekir ji aliyê koma şano li bajêr û bi awayek digital bû di destpêkê de, lê bi guhertina rewşê , êdî raste rast skêtşên/lîstikên xwe li pêş temaşavan pêşkêş kirin.
Şanoger û derhênerê Hinek Henek Yavuz Akkuzu dibêje ku ev şano serborek nû dide şanoya kurdî, ku him bi karê komxebatî yên şanogerên kurd li Tirkiyê û him jî beşdarîbûna xelkê bi nivîsandin yan lîstkvana di skêtşan de.
Di nav şanoya Hinek Henek de, rexn, gazin, hêvî û zimanê kurdî û gellek pirsgirêkên civakê bi şêwazek kenok û henekan tên pêşkêşkirin, birêz Akkuzu dibêje, me rengê kenok yan henek neqand ji bo ku em pirsgirêkên civaka xwe bînin pêşberê temaşavan û li ser dika şano wan biçûk û pûç bikin.
Hinek Henek, nuha li ser kenala YouTube û platformên tora medya civakî tên weşandin piştî ku li ser dikên şano tên lîstin.
Derhênerê Hinek Henk Yavuz Akkuzu di sala 1982yan de li Şemrexa Mêrdînê ji dayîk bû.
Di 2006an de li Zanîngeha Dîcleyê beşê Mîmartiyê qedand.
Li Amedê dema xwendekar bû dest bi karên şanoyê kir.
Di 2003an de weke lîstikvan di şanoya “Taziye/Hewarî” ya Şanoya Şaredariya Amedê de cî girt û heta sala 2017an weke lîstikvan li wir dewam kir.
Sibata 2017ande bi hevalên xwe yên ku koma Şaredariyêde dixebitî şanoyek serbixwe, Şanoya Bajêr a Amedê ava kir.
Niha di koma ŞBA de mamostetî, rêvebirî, lîstikvanî û derhêneriya Hinek Henek dike. Di 2009an de li Zanîngeha Enqerê beşa DTCF Şano/Dramatûrjî dest bi xwendinê kir.
Derhêneriya Şanonameya Ahmed Osman ya bi navê “Destê Şeş Tilî” ku di Sibata 2015an de derket, kir. Diheman demê de amadekariya pirtuka “Dîroka Şanoya Kurdî” kir.
Şonoyên ku tê de lîstikvanî kirine
Hewarî, Cembelî û Binevş, Kelemê Evînê (Derwêşê Evdî), Mala Dînan, Çîya Gihîşt Behrê, Tu Kî Yî, Çîrokek Zivistanê, Zimanê Çiya, Qeyd, Xulamê Du Xwedî, Daweta Xwînî, Hamlet, Mem û Zîn, Masîreşka Biçûk, Spîmend, Qirix, Wê Hesap Neye Dayîn, Tartuffe, Xewnek Şeva Havînê, Hema hema jin;ELİZABETH.