Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamenê Îraqê Bawerî Stendina ji Hişyar Zêbarî Erê Dike


Hişyar Zêbarî

Parlamenê Îraqê di proseke dengdanê de, di rûniştina xwe ya roja çarşemê bawerî ji wezîrê malîya Îraqê Hişyar Zêbarî stend.

Di prosêsa dengdanê de ji koma 328 endamên parlamena Îraqê, 253 endam amadebûn, li gur çavkainyên Dengê Amerîk û endamên parlamena îraqê 158 dengên erê jibo stendina baweriy ji Hişyar Zêbarî bikar anîn, 77 endam li dij bûn 14 endam parlamenan deng nedan û yên din ji hola civînê derketin derê.

Nûçegihanê Dengê Amerîka Selah Bamernî ji Bexda dibêje destpêka rûniştinê, ji aliyê 51 endamên parlamenê ji lîsta PDK û 28 ji listên Şia û Sinyan ji serokê parlamenê Selîm Al-Jiburî hate xwasin ku, proseya dengdanê bihê paşxistin, lê serokê parlamenê ev yek qebul nekir

Heysem al-Jiburî endamê parlamena Îraqê ji lîsta dewleta yasayê ku belgel li dij Hişyar Zêbarî raxistbûn berçavan, piştî dengdanê di press Konferansekê de got' Parlamenê îro deng jibo paqijkirina hikûmetê da, eva hatî encamdan hîç mebestek siyasî li pişt nine".

Firaksiyona Partî Demokratî Kurdistan dibêje dengdana îro pirsek siyasîye û ewê giliya vê yekê bibin dadgeha fedral.

Endamê parlamena Îraqê Rênas Jano ji lîsta PDK jibo Dengê Amerîka da xuyakirin ku eger meseleke siyasî nebe çima sê wezaretên giring li Îraqê dê bê wezîr bimînin.

XS
SM
MD
LG