Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka 12 Mîlyon Dolaran Terxan Dike Bo Girtina Du Berpirsên Hizbullahê


Welatên Yegirtî yên Amerîka ragihand ku wan, bi mîlyonan dolar terxan kirine jibo alîkariya girtina du berpirsên Hizbullaha Lûbnanê ya ku ji aliyê Îranê ve tê piştevanî kirin. Di heman demê de Serok Donald Trump amadekariyan dike bo diyarkirina stratejîyek nû li hember hewildanên baladestîya Îranê li herêmê.

Roja Sêşemê wezareta derve ya Amerîka dabû zanîn ku, wan 7 mîlyon dolar weke xelat destnîşan kirine bo girtina Talal Hamiyah berpirsê çalakiyên derve yên Hizbullahê û 5 mîlyon dolar bo girtina Fu'ad Shukr yek ji berpirsên leşkerî yên Hizbullahê.

Xelatê girtin û desteser kirina herdu berpirsên Hizbullaha Lûbanê roja Sêşemê di prês konferansekê de, ji aliyê Nathan Sales yek ji berpirsên ofîsa dij-Terorê ya wezareta derve ya Amerîka hat ragihandin, Sales gote rojnamevanan "ewê ligel hevalbendên xwe li hemû cîhanê li pey berpirsên Hizbullahê bin, heta wan digirin û radestî edaletê dikin".

Nathan Sales herwiha got "Hizbullah yek ji metrîsdartirîn grûbên terorîste li cîhanê".

Li gûr wezareta derve ya Amerîka Talal Hamiyah berpirsê çalakiyên Hizbullahê yên dervey Lûbanên ye û Fû'ad Şukir, yek ji berpirsên leşkerî yên Hizbullahê yê di asta bilind de, ew kese yê ku, berpirs tê dîtin ji êrîşa bombeyî ya li dij hêzên Amerîkî roja 23 Oktobera sala 1983an li Beyrût pêkhatî, di êrîşê de 241 karmendên Amerîka hatbûn kuştin.

XS
SM
MD
LG