Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Saûdî Pêşwaziyê li Biryara Brîtanya ya Qedexekirina Hizbullahê Dike


Şah Selman û kurê wî Mohammed bin Salman
Şah Selman û kurê wî Mohammed bin Salman

Roja Sêşemê Erebistana Saûdî pêşwazî li biryara Brîtanya kir ya ku bi temamî Hizbullaha Lubnanê qedexe kirî û hemê şaxên girêdayî Hizbê xistin lîsta terorê, Saûdî dibêje"Ev pêngavek giring û di cî de bû jibo tevgeriyanên li dijî terorê li cîhanê".

Di daxûyaniyekê de, ajansa Nûçeyên Saûdî ji çavkaniyên berpirsekî wezareta derve ya Erebistanî Saûdî gotîye"xistina milîtanên rêxistina Hizbullahê ya ku ji aliyê Îranê ve tê piştevanîkirin di nava lîsta terorê de bi pêngavek giring li qelem da û dibêje weke heman pêngavê ye ya ku berî niha Erebdistana Saûdî avêtî li hember wê partiya terorîst bi herdu şaxên wê yên leşkerî û siyasî ve".

Desthilata Riyazê ev demeke Hizbullaha Lubnanê xistîye di lîsta terorê de, heman çavkanî dide zanîn ku giringe civaka navnetewî jî heman pêngavê biavêje ya ku Erebsitana Saûdî û Brîtanya avêtî, ji bo ku helwêsteke biryarder û yekgirtî li hember milîtanên terorîst bê standin, yên ku ewlekarî û tenahiyê herêmê têkdayî.

Ji hejî bîrxistinê ye ku Hizbullaha Lubanê di sala 1982an de hatîye damezrandin dema ku şerê navxweyî li Lubnanê hebû, wê partiyê xwe weke hêzeke leşkerî û siyasî li Lubnanê bihêz kir, bo cara yekê sala 2005an beşdarî di hilbijartin û hikûmeta Lubnanê de kir û niha xwediya sê wezaretane di kabîna hikûmeta Lubnanê de.

Hizbullaha Lubnanê ji aliyê gelek welat û hêzên navnetewî ve weke hêzeke şîdetkar tê naskirin bi taybet piştî çekdarên xwe hinartîn Sûriyê û beşdarî di şerê 8 salan yê navxweyê Sûriyê de dikin.

XS
SM
MD
LG