Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Darbeya 12'ê Îlonê û Peqîna Parka Koşuyolu li Dîyarbekirê Hate Mehkûm Kirin


12 Ilone Diyarbakir 2
12 Ilone Diyarbakir 2
Heft sal bere li ber Parka Koşuyolu ya Dîyarbekirê, di salvegera derba leşkeri ya 12’ê Îlonê de, bi peqîna bombeyek heşt zarok, 10 kes hatin kuştin.

Rêxistineke nîjadperest a bi navê Tugayên Turk yên Tolhildanê (TIT) peqînê girt ser xwe, lê xencî 3 kesan ti kes ceza negirtin.

Komela Mafê Mirovan (İHD) jibo bîranîna qurbanîyên wê peqînê û hemî qurbanîyên derbeya 12’ê Îlonê roja Pêşemê li ber Peykerê Mafê Jîyanê bernama bîranînê pêk anî.

Serokê İHD'ê ya şaxa Dîyarbekirê Racî Bîlîcî got berpirsên derbeya leşkerî ya 33 sal berê, bûn burokrat, sîyasetvan.

“Ger berpirsên derbeyê bihatana ceza kirin, qetlîamên nû çênedibûn, rêxistinên tarî yên wekî TÎT peyda nedibûn û mirovên bêsûc di peqînên plankirî de nedihatin kuştin.”

Malbatên qurbanîyan jî di yadkirinê de amade bûn û destnîşan kirin ku piştî bûyerê jîyana wan serûbin bûye.

Di peqînê de ji malbata Demîr, Faîde Demîr (33), zarokên wê Zîlan (8), Şîlan (6 mehî), Mizgîn (12), Evîn (10) hatibûn kuştin, lawê malbatê Bariş jî bi birîndarî filîtîbû.

Hevjînê Faîde, Mehmet Demir destnîşan kir jê re gelek giran tê ku hîn jî nikare bersîva her du lawê xwe bide çima ev sosret bi sere wan de hatîye.

Dayika Rojhilat Aslan (28), Remzîye Aslan jî got, piştî kuştina lawê wê tengefesî lê peyda bûye û aqûbeta mala wan nemaye.

Bavê Hasan Marangoz (16), Burhan Marangoz jî got, hurmeta wî nemaye ji dewleta ku bûye sedema jîyana kurê wî.

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:04 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG