Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fîlmên Kurdî Beşdarî li Festîvala Fîlman ya Stenbolê Dikin


Dîmenek ji festîvalê
Festîvala Fîlman ya Stenbolê ku ev 32 sal in bi pêşandana fîlmên curbecur tê lidar xistin, îsal jî bi bernameyeke dewlemend tê pêş temaşevanan.

Festîvala Fîlman ku di bin Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (IKSV) de, tê lidar xistin bi 20 beşên cuda û pêşandana bêtirî 200 fîlman, li 6 salonên sînemayê yên Stenbolê pêk tê.

Di festîvalê de gelek fîlmên xelatgir yên navnetewî û herwiha çend fîlmên Kurdî yên bijarte jî derdikevin pêş hezkirîyên sînemayê.

Rojnamevan û derhênera Kurd Hatîce Kamer ku di heman demê de peyamhinêra Dengê Amerîka ya Dîyarbekirê ye, bi fîlmê xwe yê bi navê ‘Qiblenameya Dêya Min’
beşdarî festîvalê dibe.

Hatîce Kamer, beşdarîya fîlmên Kurdî jibo festîvaleke mîna ya Stenbolê, ku bi awayekî navnetewî kar dike, wek serfirazî dinirxîne.

Kamer dibêje, potansîyeleke xurt ya kesên bi sînemaya Kurdî re eleqedar dibin re heye ku ev jibo paşeroja sînemaya Kurdî hêvî dide wan.

Derhêner Pîran Baydemîr, ku ew jî bi fîlmê xwe yê bi navê ‘Fecîra’ beşdarî festîvalê dibe, kêfxweşîya xwe jibo vexwendina festîvalê dîyar dike û balê dikişîne ser zehmetîyên li pêş sînemaya Kurdî.

Hêjayî gotinê ye, qasî 8 fîlmên derhênerên Kurd jibo vê festîvala mezin hatine vexwendin ku piranîya wan dokumantarên li ser çîrok û serpêhatîyên jîyana Kurdan e.

Festîval roja Yekşemê anku 14’ê Nîsanê bi dawî dibe.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG