Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnerê Amerîkî Hochstein Dibêje Pêşîgirtina Şerekî Îsraîl û Hizbullahê Pêkan E


Nûnerê taybet yê Amerîkî Amos Hochstein îro Çarşemê got ku bi bawerîya wî şerekî mezin yê navbera Îsraîl û Hizbullahê dikare were ragirtin, lê divê Îsraîl û Hamas bi demûdestî ber bi lihevkirineke aştîyê li Gaza bixebitin.

Hochstein, ku şêwirmendê payebilind yê serokê Amerîkî Joe Biden e, jibo pêşîgirtina alozîya navbera Hizbullah û Îsraîlê îro çû Beyrutê, piştî ku Îsraîlê fermanderekî girîng yê Hizbullahê li taxeke başûrê Beyrutê kuştibû.

Hochstein, piştî hevdîtina bi serokê parlamanê Nebîh Berrî re got ku çareserîyeke dîplomatîk pêkan e jiber ku ti kes di navbera Lubnan û Îsraîlê de şerekî berfireh naxwaze.

“Ez bi Berrî re li ser lihevkirina çarçoveyî ya ser agirbesteke li Gazayê axifîm. Lihevkirineke wiha wê herwiha bibe alîkar ku çareserîyek dîplomatîk li Lubnanê jî pêk were da ku pêşî li berfirehbûna were girtin.”

Li ber e Hochstein bi serokwezîrê demkî yê Lubnanê Necîb Mîkatî û wezîrê derve Abdullah Bou Hebîb re jî bicive.

Demeke zûtir ya Çarşemê, Mikatî gotibû ku danûstandinên bi rêberên Ereb û Rojavayî jiber girîngîya rewşa Lubnan û herêmê pirtir bûne.

Serdana Hochstein di vê demê de tê ku di êrîşeke esmanî ya Îsraîlê ya ser devera Tire ya Lubnanê de 10 kes birîndar bûn ku rewşa sê ji wan xirab e.

Hizbullah, ku Îran piştgirîya wê dike, piştî operasyonên artêşa Îsraîlî yln wek bersîvdana êrîşa kujêr ya Hamasê ya 7ê Cotmehê, dest bi êrîşên dervayî sînorî ya ser Îsraîlê kiriye.

Êrîşên Îsraîlê, ku di destpêkê de tenê li devera sînorî ya Lubnanê dikirin armanc, niha kesên payebilind yên Hizbullah, Hamas û kesên din li deverên hin bakurtir yên nava Lubnanê armanc digirin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG